Telîfonî healthdirect bike li ser 1800 022 222 ji bo pirsgirêkên tendiristî yên ku ne awarte ne da bala bijîşkîya belaş û bilez bistînin. Di rewşeke awarte de, her tim li Sê sifiran (000) bigerin.
Xizmetên Lênihêrîna Lezgîn, ji bo kêmkirina zexta li ser beşên lezgîn, li New South Walesê (NSW) hatine çêkirin.
Ev xizmet, bêyî ku li beşa lezgîn a mijûl bisekine, ji bo nexweşiyek an jî birîndariyeke ku ne acil e, tedawiya ku pêdiviya wan pê heye zû dide mirovan.
Gelek ji van xizmetan xwedî karmendên bijîşkî û amûrên teşhîsê ne ku x-ray, patolojî jî di nav de hene û ji ber vê yekê dikarin şert û mercên cur bi cur tedawî bikin.
Hin mînakên nexweşî an jî birînên ku bi gelemperî wek rewşa awarte nayên dîtin ev in:
Heger hun guncaw bin, hun dikarin xwe bigihînin xizmeta lênihêrîna lezgîn.
Ji kerema xwe, telîfonî healthdirect bikin bêpare li ser 1800 022 222 (rojê 24 saetan, hefteyê 7 rojan).
Hemşîreyeka qeydkirî (RN) dê bersiva telîfona we bide û derbarê rewşa we de hin pirsan ji we bike.
Li gorî nirxandina hemşîreya qeydkirî, dibe ku we bişînin Xizmeta Lênihêrîna Lezgîn.
Heger wan hun şandin Xizmeta Lênihêrîna Lezgîn, hemşîreya qeydkirî dê hûrgilîyan bide we ku hun xwe bigihînin xizmetê.
Li gorî rewşa we, hemşîreya qeydkirî dikare ji bo we vebijêrkeka tedawîyê ya alternatîf pêşnîyaz bike.
Heger hun ji bo Xizmeta Lênihêrîna Lezgîn hatibin şandin, dê ti xwec û berdêlê tedawiya we tune bin eger we:
Heger hun ne guncaw bin ji bo herdu vebjêrekan, ji kerema xwe hay jê hebin ku xizmeteka cuda hebe pêşkêşî we bikin û dibe ku mesrefa tedawîya we hebe.
Heger xemên we yên aborî hebin, directhealth dikare ji bo rewşên we vebijarka tedawîya herî guncaw peyda bike.
Xizmetên Lênihêrîna Lezgîn li van deran in:
Hun herwisa dikarin xwe bighînin Xizmetên Lênihêrîna Lezgîn bi rêya telîfonê eger hun derveyî van deveran bin, an jî hemşîreya qeydkirî ya li ser tenduristiyê biryar bide ku ji bo we vebijêrkeka tedawîyê ya guncawtir e.
Xizmetên Lênihêrîna Lezgîn, her roj ji saet 8:00 sibehe heta 8:00 êvarê dixebite, betlaneya giştî jî di nav de. Wekî din, telehealth (teletenduristî) hefteyê 7 rojan 24 saetan dikare bê bikaranîn.
Hukûmeta NSW bi alîkariya Hikûmeta Australya kir bi spasî piştgîriya Tendurustiya NSW kirin ku karibe Xizmetên Lêhnêrîna Lezgîn pêşkêşî gel bike.
Hikûmeta NSW di nava du salan de 124 mîlyon dolar fînanse kir da ku heta nîvê sala 2025, 25 Xizmetên Lênihêrîna Lezgîn li NSW pêşkêş bike.
Hikûmeta Australya her wiha ji bo klînîkên lênihêrîna lezgîn a Medicare li NSW radest bike fînanse kir.
Bi çavkanîyên me yên ragihandinê yên amade, alîkarîya me bikin ku em peyva Xizmetên Lênihêrîna Lezgîn di kanalên xwe belav bikin.
Çavkaniyên bibînin